Ez di sala 1945an meha avrêlê roja sisiyan li gundê Qaricixê ku girêdayî bajarê Semsûrê ji dayika xwe bûme. Ev demen bori siyaseta Tirkan ya nijatperest li ser Kurdên Semsûrê jî helandin û pişaftinek hovane dimeşand. Gelê semsûre, ku piraniya wan Kurd in, hîn ku bi ziman û nasnameya xwe nehesîbûn, bi ber çerxa pişaftina Tirkan ketin. Gelek ciwanên Kurd bi ber wê lehiyê ketin.
Gelek ciwanên Kurd di wê lehiyê de xeniqin. Ez jî li wan ciwanan ê ku bi zanav û zimanê xwe nehesîyayî bûm. Netew bi zimanê xwe tên nasin. Min li ser zimanê Kurdî xebat meşand. Kişfa zengîniya zimanê Kurdî hu kir. Dîroka wêjeya Kurd hîn bûm. Hin bûna zimanê Kurdî bi min qim mekir, divê li ser ziman nivis pêk bê. Li ser hewesa zimanê qedim xebata min meşî, heta nûha qasi deh pirtûkê min hatin weşîn. Romana di dest we de ya bi navî "El û Osê Dîngî bi vê benda jêrîn dest pêdike.
"Navbera gundê Dîngê û Sawêranê peya du seet dikişand. Os demek
meşî, ku hin nêzika Sawêranê bûbû ne bûbû, di dûr de girme girma
dengê daholekê bihist. Osê guhyê xwe dagirt, ku Osê dengê dahulê
bihist, Çîvanokek ku di nav gelê Kurd de tê gotin hat bira wi, Osê xwe
xwe re kire pile pil û go;
Şalê dolik lêketa,
Lawê min jî têketa,
Destmal desta biketa,
Dilê keçika têketa, Dinge dinga dolê ye.
Girme girma zirnê ye,
Qeling nîşan tev teda ye, Bav rûnîştiye li odê ye, Ya sozê bidin ya cawê ye."
Mehmet Akar